Diljen Ronî
Cihê dengbêjên ji bo muzîka kurdî pir girîng e, di heman demê de îlhamê didin muzîkjenên ciwan û gelek caran em li wateya peyva ku em nizanin di berhemên dengbêjan de oburun. Yanî ji bo me ne deriye bûne çavkanî, di warê zimên de jî bûne rêber. Ji xeynî wê jî wek lêkolîner Seyda Goyan gotî “Dengbêjî wek istikrar dîrokê ji bo nifşên pêşarojê ye”.
Her herêmek di çanda dengbêjiyê de xwedî taybetmendiyekê mezin e. Li Botan M.Arifê Cizîrî, Seîd Axayê Cizîrî, Hesen Cizîrî, li herêma Serhedê Şakiro navdar e û bêşik li herêma Torê jî Mirade Kinê ye û her dengbêj jî xwedî dewlemendiyek cûda û şêwazên cûda ye. Ezê îro behsa Miradê Kinê bikim ku li herêma me jî pir bi nav û deng e û gelek caran jî ji min re bûye îlham.
Miradê Kinê di sala 1941ê de li gundê Gêra Cehferê ê li herêma Torê xwedê daye û di sala 1984an de li Sêrtê ji nexweşiya krîza lisan çûye rehmetê.
Miradê Kinê, dengbêjekî navdar e û ji herêma Torê ye. Herêma Torê gelek ji ribabê hez dikin û dengbêjên heremê jî ribabê bikartînin. Miradê Kinê jî xwe li heremê “Mîrê ribabê” tê naskirin. Bikaranîna ribab û deng gelek li hev deri ku tesireke mezin di nava lisan dike. Bandora Miradê Kinê gelek mezin e li heremê ku niha jî gelek stranên wî cilt guhdar kirin heta fanatîkên Miradê Kinê jî zehfin. Çawa ji bo Cizîriya M.Arif Cizirî çi be ji bo herêma Torê jî navdar Miradê Kinê ye û şer, lawik û dîlokên wî baş dizanin û stranên wî her tim deri guhdar dikin. Mirov dikare bi her awayî Miradê Kinê binirxîne, bikaranîna ribabê û gotinên stranên wî bigre heta atmosfera civaka wî herwiha ji bilî van hemûyan, axaftinên di navbera stranan.
Di gotinên strana da gelek caran behsa terîfa jin, jiyan û xweza yê, evîndarî, hevaltî û dostaniyê, erdnigarî, dîrok, şer û serpêhatiyên civakê hwd dike. Di navberê de bi taybetî di gotinên stranên xwe de jî erotîzmê pir bi kar tîne. Bandora Miradê Kinê ez jî têde li ser gelek hunermendan çêbûye û stranên wî ji nûve hatine şîrove kirin. Mîsal Ciwan Haco di strana wî ya “Ziravê”, Şivan Perwer di strana Miradê Kinê ya bi navê “Mala min” ji nûve şirove kiriye û herwiha gelek hunermendên kurd jî stranên wî ji nûve bi tarzên xwe şîrove kirine.
Ez jî di zarokatiya xwe de pê muzîka Miradê Kinê mezin bum. Bi tevahî dema rêwitiya li ser rêya Cizîr û Şirnexê, Cizîr û Nisêbînê tama guhdar kirina istikrar Miradê Kinê bêhempa bû. Bi rastî gelek tesîra muzika wî li ser min jî çebû ye û hem şîroveya wî ya “Awirên Esmeran” hem jî strana wî ya “Navê Keçikê Heyat e” albûma min ya “Çend gotinên evînê” de jî cih girt. Di bin rîtma ribaba wî de caz, rock û carna jî rap heye. Mîsal min strana “Navê keçikê heyat e” parceyek ji strana “Mîrza Axayê Rindîkî” lê zêde kir.
Miradê Kinê bi şertên wî zemanî di stranê de pê ribaba xwe wek rapbêjekî distire û konut jî gelek bala min kişand û min xwest kompozîsyonekê ji herdu strana çêkim û rîtma hîphopê di bin istikrar wî de bikarbînim. Berhemeke cûda derket holê û gelek li hev sınır. Mirov dema stranê guhdarî dike heçîku Miradê Kinê ji bo berhemê wek rapbêjekî ji nûve straye.
Dema em dîroka muzîka hîp hopê lêdinêrin ku bingeha wê hunermendên wek James Brown, Sly Stone ve Last Poets pê tarzên Funk, Soul ve Jazz hîp hop re rê vekiriye. Ew üslup jî salên 1970 yan de di ber muzîka hîp hopê ve çûye. Miradê Kinê jî sala 1984ê jiyana xwe ji dest daye. Di navbera wan 14 salan de eşkereye ku Miradê Kinê yan di bin tesîra reşikên Emerîkayî an jî di rihê muzîka Miradê Kinê de ji xwe mesken üslup heye. Miradê Kinê hewceyê nirxandineke berfirehtir e û mirov dikare van ceribandinan zêde bike şüphesiz.
Yanî ez dibêjim ku bingeha muzîka Miradê Kinê ji bo muzîkjênên ciwan û ji bo afirandina her tarzekî muzîkê re dewletmendiyeke mezin e. Pêdivî ye ku bêtir li ser lêkolin were kirin û her stranek ya wî cudatir binirxînin.